ResearchBib Share Your Research, Maximize Your Social Impacts
Sign for Notice Everyday Sign up >> Login

Yekemîn Berhema Rêzimana Kurmancî ya bi Îngilîzî

Journal: The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) (Vol.3, No. 2)

Publication Date:

Authors : ;

Page : 03-19

Keywords : Ziman; kurdî; rêziman; kurmancî; dîrokî; devoka Hekarî;

Source : Downloadexternal Find it from : Google Scholarexternal

Abstract

Zimanê kurdî li Rojhilata Navîn piştî erebî, tirkî, farisî zimanê çaremîn e. Li Tirkiye, Îran, Iraq, Sûrîyeyê bi milyonan kes bi vî zimanî dipeyivin. Kurdî, pêşî li medreseyên kurdan di sedsala 17'an de bi Serfa Kurmancî ya Elîyê Teremaxî bûye zimanê perwerdeyê. Di sedsala 18an jî bala geştyar û mîsyoneran kişandiye. Li Ewropayê yekemîn berhema der barê zimanê kurdî de di sala 1787an de li Îtalyayê ji hêla Garzonî ve hatiye nivîsandin. Berhema ku em ê di vê gotara xwe li serê rawestin jî di sala 1869an de ji hêla mîsyonerê amerîkî Samuel A. Rhea ve hatiye nivîsandin û di kovara bi navê Journal of the American Oriental Society de wekî gotar hatiye weşandin. Ev xebat der barê devoka Hekarîyê de ye. Ji ber ku xebateke dîrokî ye û li qadê hatiye amadekirin, me ev berhem kiriye mijara lêkolîna xwe. Em ê di vê xebatê de ji alîyê kategorîyên rêzimanî û beşên axaftinê ve vê xebatê binirxînin.

Last modified: 2019-03-05 22:44:16