ResearchBib Share Your Research, Maximize Your Social Impacts
Sign for Notice Everyday Sign up >> Login

ŞA’IR Û NIVÎSKAR XEMKÛRÊ XURSÎ: JÎYAN, BERHEM Û KESAYETÎYA WÎ YA EDEBÎ

Journal: The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) (Vol.4, No. 2)

Publication Date:

Authors : ;

Page : 209-245

Keywords : Xemkûrê Xursî; Dîwan; Mewlûd; Telqîna Mirîyan;

Source : Downloadexternal Find it from : Google Scholarexternal

Abstract

Edîbên nenas û berhemên wan, di edebîyata kurdî da qadeke serbixwe ye. Lewra lêgerîn û vekolîna li ser edîb û berhemên edebî ji bo kurdî û kurdan mijareke ter û teze ye. Loma roj bi roj şa'ir, nivîskar û berhemên nû yên vê biwarê derdikevin rojevê. Mijara gotara me, edîbekî sedsala me yê heta niha nehatîye nasîn e. Xemkûrê Xursî, yek ji şair û nivîskarê edebîyata kurdî ya klasîk e. 2 pexşan 11 menzûm bi tevahî 13 berhemên wî hene. Ji vana 8 heb dîwanên serbixwe ne. Heta niha tu berhemên wî nehatine çapkirin û heta niha li ser wî xebat jî nehatine kirin. Di vî gotarê da em ê li ser jiyana Xemkûr, berhemên wî û naverka wan û kesayetîya wî ya edebî rawestin. Herwiha wê berhemên wî ji alîyê şêwaznasî, ziman û temayî ve jî were helesengandin. Bi vî awayî 13 berhemên nû-destxet wê li pirtûkxaneya kurdî were zêde kirin. Yek jî bi vê gotarê em ê bal bikişînin ser vî edîbî da ku peywendîdar jê haydar bibin û derfeta xebatên mezintir derkeve holê, di dahatûyê da.

Last modified: 2020-03-17 23:18:41