ResearchBib Share Your Research, Maximize Your Social Impacts
Sign for Notice Everyday Sign up >> Login

Sistema Dîyarkirina Zayenda Navdêran di Kurdîya Kurmancî de

Journal: The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) (Vol.5, No. 2)

Publication Date:

Authors : ;

Page : 221-242

Keywords : Kurmancî; Sîstema Dîyarkirina Zayenda Navdêran; Navdêrên Nêr; Navdêrên Mê; Navdêrên Cotzayend; Navdêrên Jîndaran; Navdêrên Nejîndaran;

Source : Downloadexternal Find it from : Google Scholarexternal

Abstract

Zayend di gelek qadên jîyana însanan de hêmaneke dîyarker e. Ziman jî ji wan qadan e ku zayend xwe di nav de nîşan dide. Xebatên zayenda di zimanan de li ser du mijaran kûr dibin; sîstemên rêkkeftina zayenda navdêran û sîtemên dîyarkirina zayenda navdêran. Di vê xebatê de sîstema dîyarkirina zayenda navêdêran di Kurdîya Kurmancî de bi awayeke sîstematîk hatîye analîzkirin. Xebatên li ser sîstema dîyarkirina zayenda navdêran di Kurdîya Kurmancî de gelek kêm in û yên heyî jî yan tatmînkar nînin an jî tenê li ser dîyarkirina zayenda navdêrên jîndaran sekinîne. Kêmasîya xebateke sîstematîk ya di vê qadê de bû sebebê vê gotarê. Di xebatên li ser zayendê de, nêrînên Corbett (1991) bingeh in ku di vê gotarê de jî ew nêrîn hatine şopandin. Di wê xebatê de hin kirîter hatine dîyarkirin bo dîyarikrina zayenda navdêran û di vê xebatê de jî ew kirîter ji bo Kurdîya Kurmancî hatine tetbîqkirin. Di encamê de; sîstemeke rêk û pêk ya sîstema dîyarkirina zayenda navdêran hatîye destxistin ku bi wê zayenda hemû navdêrên Kurmancî li ser matiqekê dikare were danîn. Dîsa, di devokeke Kurmancî ya Qefqasyayê de navdêrên bi awayekî pirjimar kêşandî maruzê senfiandineke cuda dibin ku li ser însanbûn û neînsanbûnê ava bûye. Ev senifandin jî di vê gotarê de hatîye analîzkirin.

Last modified: 2020-11-20 18:04:01