ResearchBib Share Your Research, Maximize Your Social Impacts
Sign for Notice Everyday Sign up >> Login

Lêkolînek li Ser Komên Xwendinê yên Kurdî

Journal: The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) (Vol.6, No. 1)

Publication Date:

Authors : ;

Page : 61-79

Keywords : Komên Xwendinê yên Kurdî; Nivîskarên Kurd; Xwendina Pirtûkan; Weşanxaneyên Kurdî;

Source : Downloadexternal Find it from : Google Scholarexternal

Abstract

Wekî çalakîyeka takekesî, rewşenbîrî û pêkveyî komên xwendinê bandoreka girîng li ser edebîyatê dikin. Di çend salên dawî da di nav demeka kurt da gelek komên xwendinê yên Kurdî hatine damezirandin. Ji van koman çend nivîskar derketin, her wiha wan çend kovar jî derxistin. Lewma çalakîyên van koman rêyeka nû ya girîng li ber edebîyata Kurdî vekir. Ji ber ku komên xwendinê nivîskaran di şêwirên xwe da dikin mêvan, pirtûkan dikirin têkilîyên wan ligel nivîskar û weşanxaneyan jî hene. Lewma me jî di vê lêkolîna xwe da ligel 24 komên xwendinê, 7 nivîskar û helbestkar û 9 weşanxaneyan hevpeyvînên nivîskî kirin. Me li gor dîtina van her sê alîyan behsa; têkilîyên wan bi hevdu ra, awayê birêxistinbûna komên xwendinê, cureyên edebî yên herî zêde tên xwendin, rexneyên wan yên li ser pirtûkan, kêmasî, xetereyên li pêşîya wan û siberoja wan kir. Me dît ku komên xwendinê yên Kurdî kêm yan jî zêde bandorek li ser firotina pirtûkan kirine. Girêdayî rewşa Kurdan ya sîyasî hejmara wan zêde yan jî kêm bûne, xebatên wan geş bûne yan jî sekinîne.

Last modified: 2022-01-14 18:19:41