ResearchBib Share Your Research, Maximize Your Social Impacts
Sign for Notice Everyday Sign up >> Login

DESTNIVÎSÊN MEWLÛDA MELAYÊ BATEYÎ DI ARŞÎVA A. JABA DE: NASANDIN Û ANALÎZ

Journal: The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) (Vol.2, No. 2)

Publication Date:

Authors : ;

Page : 1-29

Keywords : Destnivîsarî; Mewlûda Bateyî; arşîva A. Jaba; nirxê nusxeyê;

Source : Downloadexternal Find it from : Google Scholarexternal

Abstract

Mewlûda Melayê Bateyî berhemeke girîng a edebiyata Kurdî ya klasîk e. Her çiqas ji aliyê gelek dîsîplînên zanistên sosyal ve li ser Mewlûdê xebat dikarin bên kirin jî berî her tiştî, ji aliyê dîsîplîna destnivîsariyê ve divê xebat bên kirin û li ser esasê nusxeyên destnivîs divê metneke durist û zanistî bê amadekirin. Nasandina nusxeyên destnivîs û analîza wan (nirxê nusxeyê, şecereya nusxeyan) di pêvajoya amadekirina metna zanistî ya berhemê de du karên pêşî ne ku divê bên kirin. Di arşîva A. Jaba de sê nusxeyên Mewlûda Bateyî hene ku yek ji wan di nav hemû nusxeyên ku tên zanîn de ya herî kevin e. Heta niha yazdeh nusxeyên Mewlûdê yên ku di qonaxa berî Şerê Cîhanê yê Yekem de hatine istînsaxkirin, tên zanîn ku sê heb ji van di arşîva A. Jaba de tên parastin. Di vê gotarê de ji aliyekî ve bi hûrgilî ev her sê nusxe hatine nasandin û analîza wan hatiye kirin, ji aliyekî ve jî rola arşîva Jaba di parastina van nusxeyan de li ber çavan hatiye raxistin

Last modified: 2018-02-27 16:33:51