ResearchBib Share Your Research, Maximize Your Social Impacts
Sign for Notice Everyday Sign up >> Login

Ji Aliyê Perwerdenasiyê ve Analîzek li Ser Menzûmeya Gûz û Mewîjê

Journal: The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) (Vol.5, No. 2)

Publication Date:

Authors : ;

Page : 310-334

Keywords : Şêx Muşerrefê Xinûkî; helbesta klasîk a Kurdî; şîret; perwerdehî; exlaq;

Source : Downloadexternal Find it from : Google Scholarexternal

Abstract

Edebiyata Kurdî ya klasîk ji aliyê berhemên fêrkarî ve berhemdar e û gelek nûnerên vê edebiyatê di vî warî de yan berhemên serbixwe nivîsîne yan jî di nav dîwanan de cih dane berhemên bi vî rengî. Nûnerekî edebiyata Kurdî ya klasîk ê sedsala dawî ku bi mexlesa “Mîm û Fa” tê nasîn û xwedî dîwan Şêx Muşerrefê Xinûkî yek ji van kesayetiyan e. Xinûkî li kêleka şêxîtiya terîqetê bi dersdarî û helbestvaniya xwe ve jî derdikeve pêş. Nemaze dersdarî, di jiyana Xinûkî de cihekî girîng digire. Menzûmeya wî ya ku di vê çarçoveyê de ya bi navê “Gûz û Mewîj”ê metnekî fêrkarî ye ku di warê perwerdehî û exlaqê de bi şêweyeke şîretkar hatiye nivîsîn. Ji bilî vê menzûmeyê di cihên muxtelîf ên dîwana wî de di heqê perwerdehî û exlaqê de hin şîretên wî yên dîtir cih digirin. Em ê di vê xebatê de ji aliyê naverokî ve li ser nimûneya helbesta dîdaktîk menzûmeya Gûz û Mewîjê nirxandinekê bikin.

Last modified: 2020-11-20 18:08:58