ResearchBib Share Your Research, Maximize Your Social Impacts
Sign for Notice Everyday Sign up >> Login

Pirsgirêkên Giştî Yên Xebatên Folklora Kurdî û Çend Pêşniyaz

Journal: The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) (Vol.2, No. 1)

Publication Date:

Authors : ;

Page : 1-16

Keywords : Folklore; Kurdish Folklore Studies; Problems; Suggestions;

Source : Downloadexternal Find it from : Google Scholarexternal

Abstract

Xebatên folklorê xwedî dîrokeke dirêj in, lê “folk-lore” wek têgeh cara pêşî di sala 1846an de hat bikaranîn û di demeke kin de ji hêla civaka zanistî hat pejirandin. Di demeke kin de jî bi rê û rêbaz û mijarên xwe weke disîplîneke serbixwe hat qebûlkirin. Ji ber têkiliya berbiçav bi pêvajoya netewebûnê re jî xebatên folklorê pêşî li Ewropayê û piştre jî li derveyî Ewropayê belav bûn. Ji bo birêvebirina van xebatan komele û sazî hatin avakirin, kovar hatin weşandin. Di çarîka pêşî ya sedsala 20mîn de rewşenbîrên kurdan jî bal kişandin ser xebatên folklorê. Her çiqasî wek têgeh bi nav nekiribin jî di kovar û nivîsên xwe de cih dan van xebatan. Ligel ku di ser mînakên pêşî de sed sal derbas bûye, îro hê jî xebatên folklora kurdî xwedî pirsgirêkên bingehîn in. Ev pirsgirêkên bingehîn wek "ên dezgehî" û "ên têgehî" dikarin werin binavkirin. Di vê gotarê de ev pirsgirêkên bingehîn û herweha hinek pêşniyaz ji bo çareseriya wan dê werin gotûbêjkirin.

Last modified: 2018-02-27 16:05:20