ResearchBib Share Your Research, Maximize Your Social Impacts
Sign for Notice Everyday Sign up >> Login

Temsîl di Romanên Dîrokî yên Eliyê Evdilrehman de

Journal: The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) (Vol.3, No. 2)

Publication Date:

Authors : ;

Page : 43-63

Keywords : Eliyê Evdilrehman; edebiyata mêldar; îdeolojiya sosyalîst;

Source : Downloadexternal Find it from : Google Scholarexternal

Abstract

Di vê xebatê de em ê li ser romanên Eliyê Evdilrehman yên dîrokî bisekinin. Bi riya temsîl û mînakên ji Xatê Xanim (1959), Gundê Mêrxasan (1968) û Şer Li Çiya (1989) em dê xwendinek tematîk bikin. Di vê çerçoveyê de Romana Dîrokî, Edebiyata Mêldar û Realîzma Sosyalîst, Dîskura Netewî, dê ji bo xebata me bibin paşxaneyên teorîk. Bi vê xebata xwe em îddîa dikin ku helwesta Eliyê Evdilrehman ya îdeolojîk û rewşenbîrî sînorên edebiyata wî teng dike, girêdayî vê yekê jî berhemên wî ji metnên edebî zêdetir wek belgeyên dîrokî xuya dikin. Ji ber nêzîkbûna wî ya îdeolojîk, temsîlên leheng û dijminahiyê, îdealîzekirina têkiliyên kurdan bi netewên wek ermen û azeriyan, derveyî rastiyên dîrokî tên temsîlkirin. Dîsa ji bo netewperwerî û nasnameya kurdan, avakirina hafizayeke kolektîf, di berhemên nivîskarî de hewldanek eşkere heye. Armanca xebata me ew e ku em bi van temsîl û meseleyên dîrokî xwendineke tematîk bikin û sînorên van romanan yên edebî, siyasî û fîkrî binirxînin.

Last modified: 2019-03-05 22:45:19