ResearchBib Share Your Research, Maximize Your Social Impacts
Sign for Notice Everyday Sign up >> Login

HETEROGLOSSÎA DI ROMANA SATURN A REMEZAN ALAN DE

Journal: The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) (Vol.2, No. 2)

Publication Date:

Authors : ;

Page : 31-47

Keywords : Roman; Baxtîn; heteroglossîa; şêwezar; Saturn; Saturn;

Source : Downloadexternal Find it from : Google Scholarexternal

Abstract

Mîxaîl Mîxaîlovîç Baxtîn (1895-1975) yek ji zanyarên giring ên sedsala XXem e ku di gelek biyavên wek felsefe, fenomenolojî, dîroka çandê, antropolojî û zanista edebiyatê de xebat kiriye û bi piranî ji ber xebatên xwe yên derbarê teoriya romanê de navdar bûye. Teoriya wî ya romanê di çarçoveya çemkên pirdengî, kronotop, karnaval û heteroglossîa de teşe girtiye ku her yek ji van di vî warî de bûye cihê gelek lêkolînan û îlhama gelek xebatan. Ji van çemkan a ku ev meqale li ser hatiye avakirin, heteroglossîa ye. Heteroglossîa, amaje bi ziman, şêwezar, axaftin û gotarên civakî yên curbicur ên li civakê heyî û ketina wan di romanê de dike. Bi rêya vê çemkê hat nîşandan bê ka çawa şêwezarên curbicur ên civakî, ziman û şêwazên janrên edebî, jargona kom û pîşeyan di romana Remezan Alan, Saturnê de hatine nimandin.

Last modified: 2018-02-27 16:35:45