ResearchBib Share Your Research, Maximize Your Social Impacts
Sign for Notice Everyday Sign up >> Login

Taybetîyên Lehengên Tradîsyonel dî Vegotina Kurdî de

Journal: The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) (Vol.3, No. 1)

Publication Date:

Authors : ;

Page : 57-76

Keywords : Leheng; tradîsyon; Lord Raglan; vegotin;

Source : Downloadexternal Find it from : Google Scholarexternal

Abstract

Gelo vegotinên ku bi salan e di nav civata kurdan de tên vegêran û kodên civakî dihewînin xwedî lehengên çawa ne, lehengên wan ji kîjan aliyan ve dişibine hev û ji kîjan aliyan ve ji hev cuda dibin, taybetiyên tîpîk ên lehengên wan çi ne? Ji bo ku em bikaribin bersiva van pirsan bidin û her wiha binyada lehengên tradîsyonel ên kurdî derxin holê, me di vê lêkolînê de hewl da ku li gorî rêbaza Lord Raglan a bi navê “The Hero of Tradition”ê (Lehengê Tradîsyonel) lehengên tradîsyonel ên vegotinên kurdî dahûrînin û taybetiyên wan ên hevpar biselimînin. Ji bo vê jî em di serî de bi giştî li ser hin teoriyên lehangan û bi taybetî jî li ser teoriya Raglan rawestiyan û derbarê lehengan de me agahî dan. Dûvre me vegotinên kurdî li gorî rêbaza Raglan dahûrandin û herî dawî jî li gorî xwendin û selimandinên xwe ji bo lehengên tradisyonel ên Kurdî taybetiyên sereke pêşniyaz kirin.Dahûrîna me li ser van heşt leheng/vegotinên belav e: Xanê Çengzêrîn, Zembîlfiroş, Memê Alan, Ferxik, Cembelî, Dewrêşê Evdî, Kulik û Siyabend.

Last modified: 2018-05-03 04:03:32