ResearchBib Share Your Research, Maximize Your Social Impacts
Sign for Notice Everyday Sign up >> Login

Dia di Edebîyat û Folklora Kurdan da -Mînak Herêma Hekarîyê-

Journal: The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) (Vol.6, No. 1)

Publication Date:

Authors : ;

Page : 43-60

Keywords : Bawerî; Çand; Dia; Hekarî; Edebîyata Devkî;

Source : Downloadexternal Find it from : Google Scholarexternal

Abstract

Folklor, ji ber ku çanda maddî û manewî ya gelerî derdixîne pêşberî mirovan û nasnameya miletan dide ber çavê mirovan ji bo her miletî muhîm e. Mijarên folklorê gelek zêde ne û ev zanist, wan mijaran ji gelek alîyan va vedikolîne. Ji mijarên folklorê yek jî dia ye. Tê zanîn ku di dîroka mirovatîyê da dia hebûye û di nav edebiyata devkî da jî cihek girîng girtî ye. Di navbera mirovan da dema têkilîyek xweş tê danîn di bersivdayînê da hewcedarî bi gotinek xweş heye ku ji vê gotinê ra dia tê gotin. Di nava kurdan da edebiyata devkî gelek dewlemend e, ji wan dewlemendîyên vê edebîyatê yek jî dia ye. Di diroka kurdan da bi sedan sal e hevokên diayan têne gotin û ew hevok wek qalib cih girtine. Ew diayên ku di nav gel da têne gotin li gorî herêman jî xwedîyê hinek cudahîyan in. Em di vê gotarê da li ser diayan û bi taybetî jî li ser diayên ku li herêma Hekarîyê têne kirin disekinin û wan li gorî rê û rêbazên edebîyata gelerî dinirxînin. Dia, Hekarî, Edebîyata Devkî.

Last modified: 2022-01-14 18:15:20