ResearchBib Share Your Research, Maximize Your Social Impacts
Sign for Notice Everyday Sign up >> Login

Celadet Alî Bedir-Xan Danerê Termînolojiya (Zaravenasıya) Folklora Kurdî

Journal: The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) (Vol.2, No. 1)

Publication Date:

Authors : ;

Page : 17-31

Keywords : Ali Badr-Khan; Hawar's Generation; Kurdish Folklore; Kurdish National Identity;

Source : Downloadexternal Find it from : Google Scholarexternal

Abstract

Ev gotar, xebatên Celadet Alî Bedir-Xan dinirxîne yên ku naverokên wan pabendî keresteyên folklora kurdî ne. Rewşenbîrê kurd Celadet Alî Bedir-Xan pêşengê nifşê Hawarê (1932-1946) ye ku ligel xebatên xwe yên din, wî bi rêya vekolîna keresteyên folklorê amaje bi geşekirin û xurtkirina nasnameyeke kurdî ya neteweyî kiriye. Ji aliyê teşe û naverokê ve maweya xebatên rewşenbîrên nifşê Hawarê di dîroka vekolînên folklora kurdî de serdemeke giring e. Taybetmendiya vê serdemê ew e ku di van xebat û vekolînan de bi awayekî rasterast zaraveya “folklor”ê hatiye bikaranîn û folklor weku qadeke serbixwe hatiye qebûlkirîn. Hemû nivîsên rewşenbîrên vê serdemê bi zimanê kurdî ne. Herweha rewşenbîrên vê serdemê, gelek hêvî, daxwaz û pêşniyazên serdema beriya xwe bi cih anîne wek berhevkirin, tomarkirin û belavkirina keresteyên folklorî, vekolînên folklorî bi awayekî zanistî. Celadet, yekem car pênaseya zaraveya “folklor”ê kiriye, weku destan, cureyên stranên gelêrî, dab û nerît, jiyana eşîriyê, zanyariya gelêrî bi sedan keresteyên folklora kurdî berhev kirine û polîn kirine. Wî xwestiye ku hişmendiya kurdan di warê folkorê de hişyar bike. Lewma wî metodên xebata meydanî di karê berhevkirina keresteyên folklorê de diyar kirine. Ev gotar hewl dide ku ji aliyê teşe û naverokê ve xebatên Celadet Alî Bedir-Xan binirxîne û bide nasîn.

Last modified: 2018-02-27 16:07:58