ResearchBib Share Your Research, Maximize Your Social Impacts
Sign for Notice Everyday Sign up >> Login

Perspektîfek dîrokî ji bo lêkolînên li ser Kurdan: Hevpeyvîn li gel Joyce Blau

Journal: The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) (Vol.3, No. 1)

Publication Date:

Authors : ;

Page : 197-208

Keywords : Lêkolînên Kurdî; Hevpeyvîn; Joyce Blau;

Source : Downloadexternal Find it from : Google Scholarexternal

Abstract

Di jîyanê de tesaduf gelek caran karên baş dike. Min di sala 1959an de li Parîsê Mîr Kamuran Alî Bedirxan nasî. Wê çaxê ez xwendekar bûm û min li Ecole Nationale des Langues Orientales Vivantes (Ekola Neteweyî ya Zimanên Zindî yên Rojahilatî) xwendina zimanê Erebî dikir. Mîr (Kamuran Alî Bedirxan) jî li heman ekolê mamoste bû. Bes nasîna min li gel Mîr Kamuran Alî Bedirxan di nav çarçoveyê aktîvîteyên wî yên polîtîk de çê bû. Wê demê Mîr ji bo haydarkirina raya giştî li ser rewşa Kurdan, bi taybet Kurdên Îraqê, li Frensayê li alîkariyê digeriya. Li Îraqê salek berê, di 1958an de, piştî têkçona Monarşiyê bi rêya derbeya leşkerî ya ji aliyê “Serbazên Azad” ve hatibû organîzekirin, di wateya nasîna yêkbûna Kurdan de rewş hinek hatibû guhertin. Di dîroka Kurdan de ev tiştekî nû bû.

Last modified: 2019-03-05 22:52:50