ResearchBib Share Your Research, Maximize Your Social Impacts
Sign for Notice Everyday Sign up >> Login

ÇAND Û ŞARISTANÎYA KURDÊN MERWANÎ DI TARÎXU MEYYAFARIQÎNÊ YA ÎBNU'l-EZREQ DA

Journal: The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) (Vol.4, No. 2)

Publication Date:

Authors : ;

Page : 269-289

Keywords : Kurdên Merwanî; Tarîxu Meyyafariqîn; Çand û şaristanî; Tarîxu Meyyafariqîn; Îbnu'l-Ezreq el-Fariqî;

Source : Downloadexternal Find it from : Google Scholarexternal

Abstract

Îbnu'l-Ezreq el-Fariqî di sedsala XII'an da, di serdema Artûqîyan da, jîyaye û di dezgehên rêvebirîya dewletê da xebitîye. Fariqî di berhema xwe ya bi navê Tarîxu Meyyafariqînê da derheqê çand û şaristanîya kurdên Merwanî da gelek agahîyên girîng dane. Ev berhem di warê siyasî, sosyolojî, mîmarî, hiqûq û aborîyê da dikare gelek alîyên vê serdemê ronî bike û rê li ber xebatên nû veke. Di vê xebatê da agahîyên di warê çand û şaristanîya kurdên Merwanî, yên ku di Tarîxu Meyyafariqînê da derbas dibin, hatine tesbîtkirin û şîrovekirin. Di vê çarçoveyê de di warê rêvebirîya dewletê de taybetîya mîran û şewaza derketina wan a ser textê mîrîtîyê, taybetî û peywirên wezîr, walî û karê nivîsvanan, taybetîyên pergala hiqûqê û qazîyan û rê û rêbaza darizandinê hatiye vegotin. Derheqê artêşa kurdên Merwanî û çekên ku di vê artêşê da hatine bikaranîn da agahî hatine dayîn. Behsa kevneşopî û tore, bîr û bawerîyên di serdema kurdên Merwanî da hatiye kirin. Herwiha agahîyên derheqê avahîyên mîmarî yên ku li vê serdemê hatine çêkirin da û çalakîyên di warê aborî û bazirganîyê û weqfên alîkarîyê da hatine tesbîtkirin û şîrovekirin.

Last modified: 2020-03-17 23:28:01