ResearchBib Share Your Research, Maximize Your Social Impacts
Sign for Notice Everyday Sign up >> Login

PÎVANÊN EXLAQÊ LÊKOLÎNÊ

Journal: The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) (Vol.4, No. 2)

Publication Date:

Authors : ;

Page : 321-334

Keywords : Pîvan; Exlaq; Lêkolîn;

Source : Downloadexternal Find it from : Google Scholarexternal

Abstract

Lêkolînên li zanîngehan, bi dahênan û rexneyên xwe yên di warê zanîn û teknolojiyê de, nîşaneya livandina guherînên civakî û neqşên jiyanî yên di qedera civakên beşerî de ne. Li gorî vê, wisa tê hêvîkirin ku lêkolîner, divê xebatên zanistî yên biqîmet derxînin holê da ku hem tesîrê li başkirina qedera civakê bikin û hem jî civaka zanistê bikaribe ji bo pêşketina zanînê, li ser hîmên wan lêkolîneran bingehekê ava bike. Di vê navberê de, di encam û weşandina lêkolînê de, tevgerîna li gorî rêbaz û reftarên exlaqî, yek ji pêkarên sereke ya bawerîpêanîna van xebatan e. Di lêkolînê de bi zanîn an nezanîn, girîngnedîtina pîvanên exlaqî, dibe sedema kêmasiya zanistîbûna wê xebata lêkolînî û her wiha pirsgirêkan di ber rêya dahênana zanistê de çêdike. Her çiqas di nêrîna yekem de, reftarên exlaqî yên di lêkolînan de bi şexs, wijdan û baweriya mirovî re têkildar be jî dîsa heke mirov pîvana exlaqê lêkolîn û perwerdeyê binivîse û di navbera lêkolîner û civata akademî/zanîngehî de belav bike, dibe ku ji bo pêşketin û tevgereke exlaqî ya di warê lêkolînê de, bibe bingehek.

Last modified: 2020-03-17 23:35:24