ResearchBib Share Your Research, Maximize Your Social Impacts
Sign for Notice Everyday Sign up >> Login

Gîya di Dîwana Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî da

Journal: The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) (Vol.5, No. 1)

Publication Date:

Authors : ;

Page : 22-46

Keywords : Aqtepî; Mazmûn; Dîwan; Gîya; Kulîlk; Dar; Dîwana Rûhî;

Source : Downloadexternal Find it from : Google Scholarexternal

Abstract

Şêx Evdirrehman Aqtepî (1842-1910) li navçeya Çinarê ya Amedê hatiye dinyayê. Şêxekî Neqşîbendî-Xalidî bû. Lê di heman demê de muderrîs, lêkolîner û helbestvan bû. Di gelek qadên cuda da berhemên pir girîng nivîsandine. Piranîya berhemên wî bi Erebî ne. Lê du berhemên xwe yên Kurdî/Kurmancî hene. Yek ji wan dîwana wî ye. Navê dîwana wî Dîwana Rûhî ye û bi awayekî klasîk hatiye nivîsandin. Aqtepî di dîwana xwe de teva mijarên cur bi cur bi giranî li ser evîna îlahî sekinîye. Di helbestên xwe yên tesewwufî-evînî de ji remz û nîşaneyan pir îstîfade kiriye. Ev remz bi piranî ji qadên wek ajal, gîya, kesayet û endamên yarê ne. Em ê di vê xebatê de li ser beşa gîyayan bisekinin. Di beşa gîyayan da dar, meywe û kulîlk hene. Ev remz di helbesta klasîk da bi piranî ji bo xweşikîya yarê tên bikar anîn. Aqtepî jî bi heman awayî cih daye şibandinên bi vî rengî. Aqtepî dora 14 heb nîşaneyên gîyayî bi kar anîne. Hinek ji van bi alîyekî tenê, hinek jî bi çend alîyan hatine behskirin. Em ê ji bo her remzekê ku çend wateyên cuda hebin behsa wan bikin û mînakên wek hev ên derbarê wê wateyê li bin bidin. Bi vî awayî nêrîna edebî ya Aqtepî ya li ser gîyayan baştir dê were dîtin û fehmkirin.

Last modified: 2020-03-17 23:41:48