ResearchBib Share Your Research, Maximize Your Social Impacts
Sign for Notice Everyday Sign up >> Login

Lêkolînek li ser Mersiyeyên di Edebiyata Klasîk a Kurdî de

Journal: The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) (Vol.6, No. 2)

Publication Date:

Authors : ; ;

Page : 203-227

Keywords : Mersiye; Kurdî; Edebîyata Kurdî ya Klasîk;

Source : Downloadexternal Find it from : Google Scholarexternal

Abstract

Mersiye di edebiyata klasîk a rojhilat de ji mêj ve xwediyê cîhekî taybet û muhîm e. Ev cûreya helbestê ya ku li ser mirina kesekî hezkirî, qedirbilind û qîmetdar hatiye nivîsandin ji bo mersiyenûsan geh bûne wargeha şîngirtinê û rondikrijandinê û geh jî bûne wargeha pesindayîn, dua û nifirkirinê. Ev cûreyê helbestê di edebiyata klasîk a kurdiya kurmancî de jî xwedî cihekî girîng e. Di vê xebatê de pêşî pênaseya mersiyeyê û qala êşa mirinê ya ku dibe sedema nivîsandina mersiyeyê hat kirin û dû re mersiyeyên kurdî yên ku hatin berhevkirin li gorî sedsalan hatin dabeşkirin da bê nîşandan ku di edebiyata klasîk a kurdiya kurmancî de kîjan mersiyenûsî çend mersiye nivîsandine. Mersiyeyên kurdî her wisa ji hêla teşe û rûxsar ve hatin nirxandin û rêjeyan wan wek tablo hat dayîn. Herî dawî mersiye ji hêla naverokê ve hatin nirxandin û derheqê mijarê de mînak hatin dayîn. Armanca vê xebatê ew e ku bê destnîşankirin ka mersiyeyê di kurdiya kurmancî de çi wextî dest pê kiriye, di kîjan sedsalê de çend mersiye hatine nivîsandin, herî zêde kîjan wezn û teşeya nezmê hatiye bikaranîn û rewşa mersiyeyan ji hêla naverokê ve çawa ye.

Last modified: 2022-01-14 18:40:31