ResearchBib Share Your Research, Maximize Your Social Impacts
Sign for Notice Everyday Sign up >> Login

Ehmedê Xasî, Berhemên Wî û Kesayetîya Wî Edebî

Journal: The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) (Vol.6, No. 1)

Publication Date:

Authors : ;

Page : 81-96

Keywords : Xasî; Xasî; Fiqih; Kelam; Rewşenbîr; Zazakî;

Source : Downloadexternal Find it from : Google Scholarexternal

Abstract

Alimê serdema Dewleta Osmanî Xasî, wekî ronakbîrekî Dîyarbekirê, bi edebîyat û îlmê Îslamî re meşxûl bûye. Digel tehsîla îlmên klasîk ên medreseyên serdema xwe, ew bi îlmê tesewwuf, fiqih, û kelamê re jî eleqedar bûye. Wî di biwarê kelam û edebîyatê de hem berhem dane hem jî li pêşberî rûdanên civakî-sîyasî reftar û helwesta xwe nîşan daye. Xasî wekî helwesteke bertekî, li hember rûdanên dewrê, dev ji wezîfeya xwe ya fermî berdaye û kesayetîyeke azad tercîh kirîye. Ji ber vê, rayedarên wê serdemê, tehde lê kirine, ew sirgûn û zindanî kirîye. Ew bi vê xweragirtinê gihaştîye asta muderristî, muftîtîyê, nivîskarîya îlmê kelamê û di qada tesewwufê de derketîye payeya xelîfetîyê. Wekî edîbekî kurmanc û dimbilîyan, wî mesnewîyeke Mewlidê, bi kirmancî/zazayî, mulemme‘eke pênczimanî û çend helbestên din bi kurmancî, erebî, tirkî û farisî hûnane. Digel van, wî çend berhemên îlmî-kelamî bi zimanê erebî hûnaye. Li hember bîr û boçûnên dijberî Ehlê Sunnetê, wekî alimekî Eş‘erî, wî bi berhemên xwe bi awayê çalak eqîdeya Îslamî parastîye. Şexsîyeteke wiha binavûdeng ku li herêma kurmanc û dimbilîyan bûye xwedan pile û payeyeke bala û kesayetîyeke wiha mezin û girîng, bi qenaeta me hîna jî bi awayê ku heq bike nehatîye naskirin. Me nîyet bi vê lêkolînê, hîn baştir danasîna wî ye. Heta nuha hin xebat û lêkolîn li ser Xasî hatine kirin; bes me xwest em çend alîyên wî yên cîyawaztir derxînin pêş û li ser binemal, jîyan, berhem, kesayetîya wî ya edebî û helwesta wî ya alimane lêkolîn bikin.

Last modified: 2022-01-14 18:21:09