ResearchBib Share Your Research, Maximize Your Social Impacts
Sign for Notice Everyday Sign up >> Login

Di Dengbêjiyê De Li Dor Temaya Şer û Kuştınê Nirxandina Kilamên Şînê

Journal: The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) (Vol.3, No. 2)

Publication Date:

Authors : ;

Page : 65-94

Keywords : Dengbêjî; Kilam; Şer; Kuştin; Şîn;

Source : Downloadexternal Find it from : Google Scholarexternal

Abstract

Çanda dengbêjiyê ji berê heta niha hestên civaka Kurdan îfade kiriye. Yek ji van hestên ku em di kilamên dengbêjan de rast tên hesta xemgîniyê ango şînê ye. Peyva şînê, di çanda Kurdan de ji bo qewimînên xembar û dramatîk tê gotin. Şîndanîn/şîngirtin/şîngirêdan di nav Kurdan de wek rîtûel xwediyê hinek taybetmendiyan e. Lê, vekolîna van taybetyan li derveyê sînorê vê xebatê ye. Şîn, herçend bi qewimînên kuştin û mirinê re têkildar be jî em dibînin ku di kilamên dengbêjan yên evînî, şer û lehengî de jî hestên xembarî û şînê dertên beriya me. Li kêleka van em dibînin ku li ser bûyerên xwezayî yên wek erdhejê ku di bîra civakê de mane jî kilam hatine gotin. Dengbêj bi saya zimanê hestiyar û şêweya xwe bûyerên xembar estetîze dike û pêşkeşî bîra civakê dike. Di vê xebatê de armanca me ew e ku em di kilamên dengbêjiyê yên ku behsa şer û kuştinê dikin de li taybetiyên temaya şînê bigerin. Herwiha di vê xebatê de em dixwazin di kilamê şer û kuştinê de hêmanên hevpar peyda bikin. Di vê xebatê de em ê lêbikolin gelo di kilamên şînê de dengbêj ji aliyê vegotinê ve rêbazekî çawa diceribînin û di honaka kilameke xemgîniyê de kîjan hêmanan diemilînin. Ji bo vê xebatê me şeş kilam bijartin ku mijara wan ya ewil şer û kuştin e. Kilamên ku me deşîfre kirine ev in: Şahîno, Qasimo, Silêmanê Emer, Bavê Koroxlî, Hesenê Mala Mûsa û kilamek Huseyno ku li ser kuştina leşkerekî Gimgimê hatiye gotin.

Last modified: 2019-03-05 22:46:35